Her zimanek jiyanek e

Li çiyayên Kurdan ders didin. Çavkaniya wêneyê nenas.

Helbestvan û wergêr Axîn welat di nivîseke xwe ya kesane ya derbarî zimanên qedexe û vekirî de, rêwîtiya xwe ya bi zimanan re, ji biçûkanî de och heta roja îro tîne ziman.

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji ber ku ez li gundekî biçûk ji dayîk bibûm û hemû nişteciyên gund jî kurd bûn, kesekî ji wan zarokan bi erebî nizanîbû û ya herî xerab jî ew bû ku elektrîka me li vî gundî tunebû û helbet wê çaxê televîzyon jî tunebûn herweha bernameyên zarokan jî heta çend salan şûnda. Li dibistanê mamosteyên me Ereb bûn, zimanê xwendin û nivîsandinê Erebî bû û axaftina bi Kurdî jî qedexe bû, ev yeka dihat wateya ku em bi zehmetiyên ji xwe mezintir re gihîştin û mezin bûn.

Di temenekî pir biçûk de cara yekemîn ji ber ku bi kurdî axivîm ez hatim cezakirin, ji wir pê ve bi peyv têkiliyeke aloz di navbera min û ziman û peyvan de çêbû, lê bi awayekî taybet û cuda. Ji wê rojê û pê ve erebî ji bo min bû nîşana lêdan û tirsê û bi salan ev tirs bi min re min ma.

Lê bavê min di wê demê bi Kurdî, Erebî, Tirkî Almanî û Farisî diaxivî û ji me re digot: Her zimanek jiyanek e, cîhanek û nasnameyeke cihê ye. Ger hûn bi rastî dixwazin miletekî nas bikin divê hûn zimanê wan hîn bibin. Ziman kilîta her tiştî ye. Van hevokên bavê min li ser zimanê erebî bandoreke mezin li min û raman û nerînên min kirin. Wan rê da min ku ez biguherim û ji tirs û nefretê azad bibim, bi vî rengî êdî ber bi daxwaza hînbûna bilind ve çûm. Sal bi sal zimanê min yê erebî herwiha nivîsandin jî bi pêş diket, lê di heman demê de xwesteka hînbûnê ya xwendin û nivîsandina kurdî jî bilind dibû û pirsên bêbersiv jî di serê min de zêdetir dibûn.

Zêdebûna pirsên bêbersiv mereqa lêkolînê li ba min şiyar kir. Piştî çend salên zarokatiyê, kanalên televîzyonê li mal bi erebî yan tirkî bûn. Ev bû sedema zêdebûna pirsan li ser tiştekî ku nedihat fêm kirin. Pirsên wek: Çima kanalên kurdî nînin? Çima tenê bi erebî û tirkî ne? Di zarokatiya xwe de min tirsek di çavên dê û bavê xwe de dît. Ew bêdeng dibûn û min fêm kir ku ew gelek caran ji bersivên çewt didn alî yan direvin. Di dawiyê de min ew bersiv bi guhên xwe bihîst: ji ber ku kurdî qedexe ye.
Ji ber ku ez zarok bûm û pirsên zarokan bi demê re zêdetir û mezintir dibin, hezkirina min jî ji zanînê re pir zêdetir bû.

Her ku ez hînî erebî dibûm, bêtir li tîpên kurdî digeriyam, lê min her tim bersiveke ne bi dilê xwe dibihîst. Dem û sal derbas bûn, lêgerîna min bi ser ket û min pirtûkeke fêrbûna zimanê kurdî wergirt. Min newêrîbû ji kesî re bêjim û min bi dizî dixwend. Gav bi gav fêrî tîpên kurdî dibûm û demeke dirêj wiha berdewam kir. Di wan salan de kesayetiya min bi awayekî xwezayî hate avakirin, lê min baş ferq dikirku ez di du kesayetî, du nasname û du cîhanên ji hev cuda de pêşdikevim. Di heman demê de kesayetiya min ya nû bi du navên ji hev cuda çêbû.

Piştî biserîkirina xwendina lîseyê, ez çûm bajarê Helebê û li zanîngehê ketim beşê tore û edebiyata zimanê erebî. Helbet nivîsandina nihênî ya kurdî jî berdewam bû. Piştî demekê ji nivîsandina veşartî û bi diz î, min dest bi weşandina nivîsên xwe kir.

Rojname bi dizî dihatin belavkirin û nivîsên min di bin navê Axîn Welat de dihatin weşandin. Bi vî awayî her du kesayetên min bi awayekî serbixwe bi hev re çêbûn û pêş ketin.

Li zanîngehê min zimanê farisî wekî zimanê sêyemîn hilbijart û piştî çend salan min du korsên zimanê tirkî jî xwendin û min xwest nas bikim bê çima ev dewletên ku bi van zimanan diaxivin ji zimanê kurdî ditirsin û bi her awayan xebatên xwe dikin ku vî zimanî tune bikin. Min dixwest nas bikim bê çi dihêle ku ji bo tunekirina vê nasnameyê ewqasî bi giranî şer bikin.

Bi her halî min li gor serpêhatî û zanîna jiyanê çend bersivên cûda wergirtine, lê ji ber ku em mirov bi xwe pirseke bêbersiv in, dîsa gelek pirsên berfireh di serê min de çêbûn.

Îro dema ku ez van bîranînan dinivîsim û xwe ji bo xebatên xwe yên di warê wergerê de amade dikim, ez xwe gelekî dilxweş û spasdar hîs dikim. Spasiya hemû zehmetiyan dikim û ji hemû tiştên baş û xerab ên ku hatin serê min memnûn im. Spas ji bo her tiştê ku kesayetiya min a niha ava kir . Bi vê hezkirina mezin a jiyanê ez rêwîtiya xwe ya bi zimanan re didomînim.

Gelek raman nerîn û daxwazên min hene û baş dizanim ku tenê ziman dikare wan bigihîne rastiyê xeyalên min pêk tîne.
Bi vê vîn û daxwazê ez nêzîkî zimanê swêdî jî bûm, nemaze piştî ku di jiyana min de bû pêdiviyeke mezin û girîng.

Axîn Welat • 2023-05-16
Axîn Welat weke helbestvan û wergêr tê naskirin. Bi kurdî, erebî û swêdî dinivîse herweha werdigerandinê jî bi van zimanan dike.


Varje språk ett liv

Undervisning i de kurdiska bergen. Bildkälla okänd.

I en personlig text om hemliga och öppna språk berättar författaren och översättaren Axin Welat om sin språkresa, från förbjuden kurdiska till att närma sig svenskan.

Jag var en ung flicka vid porten till en stor dröm. Jag insåg väldigt tidigt att allt börjar med en dröm. Det dröjde inte länge förrän jag fick upp ögonen för språkens betydelse, och det var mitt första steg på den här vägen.

Mitt första skolår var vid sex års ålder. Eftersom jag föddes i en liten by och alla invånare i byn var kurder kunde inget av barnen arabiska. Det värsta var att vi inte hade el i byn och så klart ingen TV, och alltså inga barnprogram förrän flera år senare. Våra lärare i skolan var araber, läs- och skrivspråket var arabiska och att tala kurdiska var förbjudet, vilket gjorde att vi som barn växte upp med större svårigheter än vår förståelse.

I mycket ung ålder blev jag straffad eftersom jag talade på kurdiska. Det gav mig ett komplicerat förhållande till ord och språk, men på ett speciellt och annorlunda sätt. Från och med den dagen var arabiska ett tecken på rädsla för mig, och i åratal förblev denna rädsla hos mig.

Men min far talade kurdiska, arabiska, turkiska tyska och persiska på den tiden och sa till oss: Varje språk är ett liv, en värld och en annan identitet. Om du verkligen vill lära känna en nation då måste du lära dig dess språk. Språket är nyckeln till allt. Dessa meningar av min far har påverkat min syn på arabiskan. De ledde mig att förändras och gå från rädsla och hat till kärlek och lust till att lära mig mer. År efter år utvecklades min talade arabiska, även den skrivna, men jag hade också en stark önskan att lära mig läsa och skriva på kurdiska. Och ännu fler obesvarade frågor.

De allt fler obesvarade frågorna väckte min kärlek till forskning. Flera år senare av min barndom var tv-kanaler hemma antingen på arabiska eller turkiska. Detta orsakade till att det blev ännu fler frågor om någonting som var obegriplig. Frågor som: Varför finns det inga kurdiska kanaler? Varför talar de bara arabiska och turkiska? Som barn såg jag ett slags rädsla i mina föräldrars ögon. De tystnade och jag förstod att de ofta undvek felaktiga svar. Sent omsider hörde jag till slut svaret: för att det är förbjudet att vara kurd. Eftersom jag var ett barn och barnens frågor brukar bli större och fler med tiden, så ökade också min kärlek till kunskapen.

Ju mer jag lärde mig arabiska, desto mer letade jag efter kurdiska bokstäver, men svaren jag fick övertygade mig inte. Tid och år gick, mitt sökande gav resultat och jag har fick en bok för att lära mig kurdiska av min kusin. Jag vågade inte berätta det för någon och jag studerade i hemlighet. Jag lärde mig gradvis kurdiska bokstäver och fortsatte med det i många år. Min personlighet började naturligtvis att formas under dessa år, men jag upplevde att jag utvecklade till två parallella personligheter, två identiteter i två olika världar. Mitt nya jag hade två olika namn.

Efter att ha gått ut gymnasiet åkte jag till Halab för att studera vid universitetet på institutionen för litteratur- och arabiska språk, men också för att i hemlighet skriva på kurdiska. Efter ett tag började jag publicera de kurdiska texterna.

Tidningen gavs ut i hemlighet och mina texter publicerades under namnet Axin Welat. På det här sättet föddes mina två självständiga personligheter.
På universitetet valde jag persiska som tredje språk, och efter några år tog jag två turkiska språkkurser, och jag ville förstå varför de stater som talar dessa språk är rädda för kurdiska.

Vad är det som gör att de kämpar så hårt för att förstöra det här språket och den här identiteten?

Jag har fått flera olika svar, utifrån min det jag upplevt och det livet lärt mig, men eftersom vi människor själva är obesvarad frågor, så gav de bara upphov till nya, och större frågor i mitt huvud.

Idag, när jag skriver om dessa minnen och förbereder mig för mitt arbete som översättare känner jag mig mycket tacksam för alla svårigheterna, för alla bra och dåliga saker som hänt mig, för allt som byggde och bildade mitt nuvarande jag. Mitt jag som pushar mig alltid att hålla huvudet högt och inte ge upp. Med denna stora kärlek till livet fortsätter jag min resa genom språken. Med denna vilja kom jag nära det svenska språket, som varit en stor utmaning i mitt liv här, i mitt nya hemland.

Jag har många tankar, åsikter och önskemål och jag vet väl att endast språket kan förverkliga dem och förverkliga mina drömmar. Med denna lust och lust närmade jag mig även svenskan.

Axîn Welat • 2023-05-16
Axîn Welat är verksam som poet och översättare. Hon skriver på kurdiska, arabiska och svenska dessutom översätter hon till och från dessa språk.