Dema ku penageha azad bi dawî dibe, têkoşîneke nû dest pê dike. Du sal li Swêdê ji bo Hêlan Çiya têrê nekirin ku ew karibe wek serbestkar jiyanekê ji xwe re ava bike. Niha ew li benda biryarê ye ka dê karibe li Swêdê bimîne yan na.
Kêm gava ez wekî nivîskar û rojnamevaneke di bin gefan de hatim Swêdê, warê ewlehî (fristad) ne tenê cîhekî nû yê jiyanê bû. Ji bo min derfetek bû ku ez dîsa xwe di ewlehiyê de his bikim. Ku ez bikaribim binivisînim, biaxivim û ramanên xwe diyar bikim, bêyî ku her peyvekê li hember tirsa ku wê çi lêçûna wê ji bo min hebe, bipêjim.
Min li Herêma Kurdistanê ya Iraqê wek rojnamevan kar dikir û di nav mijarên ku min li ser wan dinivîsand de mafên jinan, siyaset û desthilat hebûn. Bi demê re, karê min ê rojnamevanî û rexneyên min ên eşkere bûn sedema zext, tecawiz û êrişan. Di dawiyê de, mijar êdî tenê ew nebû ku ez dikarim li ser çi binivîsim an nikarim; ew bû mijara ewlehiya min bi xwe. Ji ber vê yekê, ez neçar bûm Kurdistanê bihêlim û paşê bi riya bernameya Fristadê hatim Swêdê.
Gava mirov ji jîngeheke tejî gef û neewlehiyê tê, mirov her tiştî li paş xwe nahêle tenê ji ber ku mirov ji sînorê welatekî derbas dibe. Cihê cîsmî yê laş dibe ku di ewlehiyê de be, lê raman hewcedarî demeke dirêjtir in ku fêm bikin ku xeterî êdî li pişta derî nîne.
Her du salên min ên wekî nivîskara warê ewlehiyê bûn demeke ku min hewl da tam vê tiştî fêr bibim. Min zimanê swêdî fêr bû, min berdewamî da nivîsandin û karê xwe, min mirovin nû nas kirin û min hewl da ku jiyanekê ji bingehê ve ava bikim. Lê du sal ne demeke pir dirêj e ji bo kesekî ku di bin gefan de jiya be. Hinek caran du sal tenê têrê dikin ku mirov dest bi fêrbûnê bike ku jiyan ne mecbûr e her dem têkoşîn be. Ku mirov dikare ji hefteya bê mezintir planan bike.
Paşê bernameya warê ewlehiyê bi dawî dibe. Ji bo saziyekê (myndighet) ew tenê dîrokek e. Lê ji bo wî kesê ku navê wî li ser pelan e, ew dibe destpêka serdemeke nû ya nediyariyê.
Rêyek heye ku mirov di pergala Swêdê de pêşve بچe. Piştî serdemê, hunermend dikare daxwaza dirêjkirina destûra rûniştinê bike eger ku bikaribe aboriya xwe ji pîşeya xwe peyda bike. Ez vê tiştê di bingeh de rast dibînim. Ramana bingehîn ew e ku mirov ji parastinê derbasî serbixwebûnê bibe. Pêşî cîhekî ewle didin te, paşê divê tu heta ku ji destê te tê li ser lingên xwe bisekinî.
Bild: Privat
Lê li vir rêzik û yasayên pergalê rastî rastiya jiyanê tên u li hev dixin.
Ji bo ku tu wekî xebatkarekî serbixwe (frilansare) bimînî, divê tu bide xyakirin ku dahatek (derfetek) domdar û têrker ji karê xwe yê pîşeyî heye. Lê gelo ev çend rastîparêz e ku mirov tenê di du salan de karibe karsaziyekê, torên peywendiyan û mişteriyan ava bike – di heman demê de ku divê zimatekî bi temamî nû ji bingehê ve fêr bibe?
Du salên min ên pêşîn piranî ji bo fêrbûna zimanê swêdî çûn. Tenê gava ku ziman hinekî di cih de rûnişt, min karî gavên pêşîn ber bi bazara kar a Swêdê ve bavêjim. Avakirina torên peywendiyan wekî nivîskareke serbixwe girêdayî bawerî û peywendiyan e ku avakirina wan bi salan dikişîne. Gava ku serdem bi dawî bû, ez di rewşa herî baş de tenê gihîştim xeta destpêkê.
Encam? Daxwaza min hat redkirin. Ji ber ku min nekarî di wê dema kurt de gellek karên serbixwe dest bixim, Saziya Koçberiyê (Migrationsverket) biryar da ku ez mercên aborî bi cih nayînim.
Niha dosyaya min li Dadgeha Koçberiyê (Migrationsdomstolen) ye, û ez li benda biryareke nû me.
Ev tişt rewşeke nediyar û neadilane (Moment 22) ava dike: Ji bo ku ez bimînim, divê ez karên domdar nîşan bidim. Lê gava ez peywendiyê bi saziyên kar re dikim, ew دودڵ (bi guman) dibin. Çünkî kî diwêre projeyeke demdirêj bide kesekî ku biryara dersînorkirinê li ser serê wî ye û li benda biryara dadgehê ye?
Mirov çawa dikare jiyana xwe ya kar plan bike gava ku nazane bê ka piştî çend mehan wê li ku derê be? Mirov çawa dest bi projeyeke demdirêj dike? Mirov divê berdewam bike, peywendiyan ava bike û aboriya xwe xurt bike. Divê mirov serbixwe be. Lê di pey her planekê de heman pirs heye: Ez diwêrim heta ku derê plan bikim? Di wê gavê de bendewarî ji پروسەیەکی îdarî derbas dibe û dibe beşek ji jiyana rojane.
Ji bo kesê ku berê di bin gef û neewlehiyê de jiya be, ev nediyarî dibe tiştekî ji bendewariya biryarekê mezintir. Ew rewşa kevn a ”amadebaşiyê” vedigere. Di hundir de du axavtin di heman demê de berdewam dikin. Yek dibêje: Berdewam bike. Jiyana xwe ava bike. Ya din dipirse: Lê li ku derê?
Bild: Privat
Ez vê yekê nenivîsim ku bibêjim divê li Swêdê yasayên koçberiyê nebin. Ez nebêjim jî ku her kesê ku nivîskarcîyê warê ewlehiyê bûye divê bixweber bimîne. Bêguman divê rêzik hebin. Ez daxwaza biryareke taybet ji bo dosyaya xwe jî nakim.
Tiştê ku ez dixwazim li ser biaxivim dema navberê û mercên ku tên danîn e. Eger şaredariyên Swêdê nivîskar û hunermendan vedewitînin da ku di ewlehiyê de bijîn û bixebitin, divê em li ser tiştê ku pişt re çêdibe jî biaxivin. Rêya piştî vê divê heta ku çêdibe zelal û diyar be. Eger em ji mirovekî bipên ku di du salan de bibe xebatkarekî serbixwe û serbixwe bisekine, divê em derfetên maqûl jî bidinê ku bikaribe wê jiyanê ava bike.
Cîhekî ewle ne tenê guhestina nivîskarekî ji xeteriyê ji bo du salan e. Ew du sal divê derfeteke rastîn bidin ku mirov ji parastinê derbasî serbixwebûnê bibe. A na, em pir kurtbînane li ser wateya parastinê difikirin.
Sazî tenê dosyayan birêve dibin. Lê li pişta her jimareya dosyayê mirovek heye. Ji bo saziyekê dem tenê dema birêvebirinê ye. Ji bo mirovekî ew beşek ji jiyanê ye ku êdî venagere.
Swêdê cîhek da min ku ez dîsa bi azadî binivisînim. Ev ne tiştekî biçûk e. Lê ji bo avakirina jiyanê, divê mirov ji dil bawer bike ku paşerojeke wî heye. Ez daxwaza revîna ji berpirsiyariyê nakim – ez tenê dipirsim ka mirov çawa dikare wê berpirsiyariyê bi temamî hilde ser milên xwe gava ew axa ku mirov hewl dide li ser bisekine her dem ji bin lingên mirov tê kişandin.
Fristadê du sal ewlehî da min, lê sedema ku ji destpêkê ve min pêdivî bi parastinê hebû, ji holê ranekir. Tenê ji ber ku dema min a Fristadê bi dawî bû, gef û metirsiyên li ser min jî bi dawî nebûn. Piştî demeke dirêj a nediyariyê derbarê pêşeroja min li Swêdê de, min niha daxwaza parastina navneteweyî, ango penaberiyê (asyl), kiriye. Niha ez dîsa li benda biryarê me. Lê vê carê pirs ne tenê ew e ka ez dikarim li Swêdê jiyana xwe ya pîşeyî bidomînim an na; pirs ew e ka ez dikarim vegerim cihê ku ez hîn jî bawer dikim li wir metirsiya çewsandin û zordariyê li ser min heye.
Hêlan Çiya • 2026-10-08 Hêlan Çiya nivîskar û rojnamevana serbixwe ye ji Kurdistanê. Di navbera salên 2023-2025an de li Malmőyê nivîskara penageha azad (fristadsförfattare) bû.
Axîn Welat • 2026-11-03
Dema ku zimanek – kîjan ziman dibe bila bibe – dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.
Read more →
Hêlan Çiya • 2026-04-26
Zimanê dayikê ne tenê stargehek an malek e, lê di heman demê de dikare bibe barekî giran di sirgûnê de. Nivîskar Hêlan Çiya li ser wê yekê dinivîse ku ziman çawa jiyana wê û nivîsîna wê li Swêdê tesîr dike.
Read more →
Axîn Welat • 2023-05-16
Helbestvan û wergêr Axîn welat di nivîseke xwe ya kesane ya derbarî zimanên qedexe û vekirî de, rêwîtiya xwe ya bi zimanan re, ji biçûkanî de och heta roja îro tîne ziman.
Read more →
När fristaden tar slut börjar en ny kamp. För Hêlan Çiya blev två år i Sverige inte tillräckligt för att bygga ett liv som frilansare. Nu väntar hon på besked om hon får stanna.
När jag kom till Sverige var fristaden inte bara en ny plats att bo på. För mig var den en möjlighet att känna mig trygg igen. Att kunna skriva, tala och uttrycka mina tankar utan att väga varje ord mot rädslan för vad det skulle kunna kosta mig.
Jag arbetade som journalist i Kurdistanregionen i Irak, där jag skrev om bland annat kvinnors rättigheter, politik och makt. Mitt journalistiska arbete och min offentliga kritik ledde med tiden till trakasserier och hot. Till slut handlade det inte längre bara om vad jag kunde eller inte kunde skriva, utan om min egen säkerhet. Jag lämnade därför Kurdistan och kom senare till Sverige genom fristadsprogrammet.
När man kommer från en miljö präglad av hot och otrygghet lämnar man inte allt bakom sig bara för att man passerar en landsgräns. Kroppen kan vara i säkerhet, men tankarna behöver längre tid för att förstå att faran inte längre finns runt hörnet.
Mina två år som fristadsförfattare blev en tid då jag försökte lära mig just det. Jag lärde mig svenska, fortsatte att skriva och arbeta, lärde känna nya människor och försökte bygga upp ett liv från grunden. Men två år är inte särskilt lång tid för någon som har levt med hot. Ibland räcker två år bara till för att börja förstå att livet inte alltid behöver vara en kamp. Att man kan planera längre än till nästa vecka.
Sedan tar fristadsprogrammet slut. För en myndighet är det ett datum. För människan vars namn står i handlingarna blir det början på en ny period av ovisshet.
Det finns en möjlighet att gå vidare i det svenska systemet. Efter fristadsperioden kan en konst-när ansöka om förlängt uppehållstillstånd om man kan försörja sig på sitt yrke. Det tycker jag i grunden är rimligt. Tanken är att man ska gå från skydd till självständighet. Först får man en trygg plats, sedan ska man så långt som möjligt kunna stå på egna ben.
Bild: Privat
Men här krockar regelverket hårt med verkligheten.
För att få stanna som frilansare krävs det att man kan visa upp en stabil och tillräcklig intäkt från sin yrkesverksamhet. Men hur realistiskt är det att bygga upp ett helt företag, ett nätverk och en trygg kundkrets på bara två år, samtidigt som man ska lära sig ett helt nytt språk från grunden?
Mina två första år gick till stor del åt till att lära mig svenska. Det var först när språket började sitta som jag överhuvudtaget kunde ta de första stegen ut på den svenska arbetsmarknaden. Att bygga ett nätverk som frilansförfattare handlar om förtroende och relationer som tar flera år att skapa. När fristadsperioden var slut hade jag i bästa fall precis nått startlinjen.
Resultatet? Min ansökan avslogs. Eftersom jag inte hann få tillräckligt många frilansuppdrag under min korta tid i landet ansåg Migrationsverket att jag inte uppfyllde försörjningskravet.
Nu ligger mitt ärende i Migrationsdomstolen, och jag väntar på ett nytt besked.
Det skapar en orimlig Moment 22-situation: För att få stanna måste jag visa upp långsiktiga uppdrag. Men när jag kontaktar uppdragsgivare och redaktörer tvekar de. För vem vågar satsa på ett långsiktigt projekt med en frilansare som har ett utvisningsbeslut hängande över sig och väntar på domstolsbeslut?
Hur planerar man sitt arbetsliv när man inte vet var man kommer att vara om några månader? Hur börjar man ett långsiktigt projekt? Man ska fortsätta arbeta, skapa kontakter och bygga en ekonomi. Man ska vara självständig. Men varje plan följs av samma tysta fråga: Hur långt fram vågar jag planera? Det är då väntan slutar att vara en administrativ process och blir en del av vardagen.
För den som redan har levt med hot och otrygghet blir den här ovissheten något mer än bara väntan på ett myndighetsbeslut. Det gamla beredskapsläget kommer tillbaka. Inuti pågår två samtal samtidigt. Det ena säger: Fortsätt. Bygg ditt liv. Det andra frågar: Men var?
Bild: Privat
Jag skriver inte detta för att säga att Sverige inte ska ha migrationslagar. Jag menar inte heller att den som har varit fristadsförfattare automatiskt ska få stanna. Självklart måste det finnas regler. Jag kräver inte heller ett visst beslut i mitt eget ärende.
Det jag vill tala om är tiden däremellan och villkoren vi sätter upp. Om svenska kommuner bjuder in författare och konstnärer för att de ska kunna leva och arbeta i trygghet, måste vi också tala om vad som händer efteråt. Vägen efter fristaden måste vara så tydlig och förutsägbar som det går. Om vi förväntar oss att en människa ska bli självständig på två år som frilansare, måste vi också ge henne rimliga förutsättningar att hinna bygga det livet.
En fristad borde inte bara handla om att flytta en författare bort från ett hot under två år. De två åren borde ge en verklig möjlighet att gå från skydd till självständighet. Annars tänker vi för kortsiktigt om vad skydd betyder.
Myndigheter hanterar ärenden. Men bakom varje ärendenummer finns en människa. För en myndighet är tiden handläggningstid. För människan är den en del av livet som inte kommer tillbaka.
Sverige gav mig en plats där jag kunde skriva fritt igen. Det är ingen liten sak. Men för att bygga ett liv behöver man också våga tro att man har en framtid. Jag ber inte om att slippa ansvar – jag frågar bara hur man ska kunna ta det fullt ut när marken man försöker stå på hela tiden dras undan.
Fristaden gav mig två år av trygghet, men den förändrade inte orsaken till att jag behövde skydd från början. Hotbilden försvann inte bara för att tiden i programmet tog slut. Efter den långa osäkerheten kring min framtid i Sverige har jag därför nu ansökt om internationellt skydd – asyl. Jag befinner mig återigen i väntan, men den här gången handlar frågan inte bara om möjligheten att fortsätta mitt yrkesliv i Sverige, utan om möjligheten att återvända till ett land där jag fortfarande anser att jag riskerar förföljelse.
Hêlan Çiya • 2026-10-08 Hêlan Çiya är författare och frilansjournalist från Kurdistan. Hon var verksam som fristadsförfattare i Malmö 2023–2025.
Axîn Welat • 2026-11-03
När ett språk – vilket språk som helst – blir ett hot ligger problemet naturligtvis inte hos själva språket. Det ligger hos staten och dess krav på monokultur.
Läs mer →
Loretto Villalobos • 2026-10-29
I studentprotesterna världen över har demonstranter anammat cosplayvärldens språk. Men är det egentligen något mycket äldre de återupplivar: den medeltida karnevalens lek med identiteter och omkastade hierarkier?
Läs mer →
Emöke Andersson Lipcsey • 2026-10-22
AI lovar obegränsad hjälp till mänskligheten, men nu har till och med de som leder utvecklingen börjat tala om ett existentiellt hot. Emöke Andersson Lipcsey avslutar sin essäserie om AI med att undersöka riskerna och om humanistisk vetenskap skulle kunna minska dem.
Läs mer →