Dema ku zimanek – kîjan ziman dibe bila bibe – dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.
Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê pê dikin, dikare wekî gefekê li dijî ewlehiya dewletekê were dîtin. Ziman çîrok, bîranîn û nasnameyê di nava xwe de hildigire; ew nifşan bi hev ve girêdide û cihekî di cîhanê de dide mirovan. Lêbelê, dîrokê bi berdewamî nîşan daye ku dewlet dikarin vî tiştî wekî gefekê bibînin.
li her çar welatên ku kurdistanê dager dikin, bi taybetî li Tirkiyayê hem jî li Sûriyê, demeke dirêj e ku zimanê Kurdî ji zimanekî bêhtir tê dîtin; ew wekî sembolekê hatiye dîtin, û ji ber vê yekê jî wekî gefeke heyî dibînin.
Lê çima? Bersiva vê pirsê ne di zimên de ye wek ku me got, lêbelê di tiştê ku ew temsîl dike de. Ji bo gelek dewletên ku li ser ramana yeknetewiyê – ”yek gel, yek ziman û yek nasname” – hatine avakirin, pirrengî tê de nayê birêve birin ne jî tê pejirandin.
Di welatên bi vê pergalê de, pirrengiya zimanî ne wekî sermiyanekê tê dîtin, lê wekî şikestinekê di rûyê neteweyê de. Dema ku mirov bi zimanên cûda diaxivin, çîrokên cûda vedibêjin û xwe bi rengekî cûda didin naskirin, têgeha dewleteke homojen tê pirsîn.
Di mijara Kurdan de, ev yeka ji çandê wêdetir dajo; ji ber ku ew pirseke siyasetê ye. Kurd yek ji mezintirîn komên etnîkî yên ku bêdewlet in di cîhanê de ji ber ku welatê wan di navbera çar dewletan de hatiye dabeşkirin ” Turkiya, Sûriya, îrak û îran”. Di encamê de, zimanê wan yê zikmakî ne tenê dibe amûreke ragihandinê, lêbelê dibe daçeka xwestekên wan ên neteweyî, ezmûnên wan ên dîrokî û gelek caran daxwazên wan ên ji bo mafê çarenûs û xwerêvebirinê.
Dema ku dewletek baweriya xwe bi vê pirrengiyê neyne, ew dest pê dike ku van daxwazên rewa wekî gefan şîrove bike. Paşê ziman nema êdî tenê wekî peyv dimîne û dibe semboleke siyasî. Axaftina bi Kurdî dikare wekî daxwazekê ji bo tiştekî dîtir were dîtin: xwenaskirin, an jî dibe ku derbasî mafê xweseriyê bibe. Di dewletekê de ku hebûn û rewatiya xwe li ser nasnameyeke yekgirtî ava dike, ev yeka han dikare wateya ne tebabtî û bê aramiyê bide.
Lê di heman demê de ev tişt pirsa bingehîn derdixe holê: gelo bi rastî zimanê kurdî ji bo dewletê gefekê çêdike? Ger dewletek hîs bike ku aramiya wê ji hêla mirovên ku bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin ve tê gefkirin, ev nîşana qelsiyeke kûrtir e. Dewleteke aram divê bikaribe pirrengiyê bicîh bîne û nasnameyên cûda bêyî ku xwe tehdît hîs bike nas bike. Qedexekirina zimanan, sînorkirina perwerdehiyê û krîmînalîzekirina xwestekên çandî hemî nîşanên qelsî û bê ewlehiyê ne, ne yên hêzê ne.
Di dîrokê de, qedexekirina zimanan kêm caran bûye sedema aramiyê; berevajî vê, wê nakokî gurtir kiriye. Dema ku mafê axaftina bi zimanê xwe li qadên giştî, dibistan an medyayê ji mirovan re tê înkarkirin, ew hestekî bêparkirinê bipêş dixe. Zimanê ku berê beşekî xwezayî ya jiyana rojane bû, dibe sembola berxwedanê, ji amûreke ragihandinê ya sade vediguhere amûreke berxwedanê.
Ev dînamîka han tam ew e ya ku zimanan di çavên hin dewletan de wekî metirsî diyar dike, ne ji ber ku ew bi xwezayî ewlehiya neteweyî tehdît dikin, lê ji ber ku ew pevçûneke ku di navbera wêneya xwe ya dewletê û cihêrengiya rastiyê de eşkere dikin. Dewletek bi nasnameyeke mezin ji ziman natirse. Ev rê dide gelek dengan, gelek vegotinan û gelek şêweyên hemwelatîbûnê. Ew fêm dike ku yekîtî ne hewce ye ku were wateya yekrengiyê.
Qedexekirina zimanekî, di bingehê de, hewildanek e ji bo kontrolkirina rastiyê, bêdengkirina tiştê ku tîne bîra me ku netewe ne ew qas yekgirtî ye wekî ku rayedar didin xuya kirin. Lê rastî kêm caran destûrê dide ku were bêdengkirin. Ziman di malan de, di stranan û di bîranînan de dijîn, û pir caran, ew tam ji ber qedexekirinê bêhtir jê tê hezkirin û pê tê axaftin.
Ji ber vê yekê, dema ku zimanek wekî gef tê nîşandan, divê em ne ji xwe bipirsin ka çi şaştî di zimên bi xwe de heye, lê belê: çi tirs dewletê digire û nikare axaftina welatiyên xwe bibihîze?
Di dawiyê de, ne gotin in yên ku gefan li dewletê dikin, lêbelê bêdengiya ku dixwaze bi zorê bide pejirandin.
Hêlan Çiya • 2026-10-08
Dema ku penageha azad bi dawî dibe, têkoşîneke nû dest pê dike. Du sal li Swêdê ji bo Hêlan Çiya têrê nekirin ku ew karibe wek serbestkar jiyanekê ji xwe re ava bike. Niha ew li benda biryarê ye ka dê karibe li Swêdê bimîne yan na.
Read more →
Hêlan Çiya • 2026-04-26
Zimanê dayikê ne tenê stargehek an malek e, lê di heman demê de dikare bibe barekî giran di sirgûnê de. Nivîskar Hêlan Çiya li ser wê yekê dinivîse ku ziman çawa jiyana wê û nivîsîna wê li Swêdê tesîr dike.
Read more →
Axîn Welat • 2023-05-16
Helbestvan û wergêr Axîn welat di nivîseke xwe ya kesane ya derbarî zimanên qedexe û vekirî de, rêwîtiya xwe ya bi zimanan re, ji biçûkanî de och heta roja îro tîne ziman.
Read more →
När ett språk – vilket språk som helst – blir ett hot ligger problemet naturligtvis inte hos själva språket. Det ligger hos staten och dess krav på monokultur.
Det finns en djupgående paradox i hur språk, det enklaste mediet genom vilket människor kommunicerar, kan ses som ett hot mot statssäkerheten. Språk bär med sig berättelser, minnen och identiteter; det förbinder generationer och ger människor en plats i världen.
Historien har dock konsekvent visat att stater kan se detta som ett hot.
I alla fyra länder som ockuperar Kurdistan, särskilt i Turkiet och Syrien, har det kurdiska språket länge setts som mer än ett språk; det har setts som en symbol, och därför som ett verkligt hot.
Men varför? Svaret på denna fråga ligger inte i språket, utan i vad det representerar. För många stater som bygger på idén om en nation – ”ett folk, ett språk, en identitet” – hanteras eller accepteras mångfald inte.
I länder med detta system ses språklig mångfald inte som en tillgång, utan som en brist i nationens anseende. När människor talar olika språk, berättar olika historier och identifierar sig på olika sätt ifrågasätts konceptet om en homogen stat.
Det kurdiska språkets släktträd och många dialekter
När det gäller kurderna går detta bortom kultur; det är en fråga om politik. Kurderna är en av de största etniska grupperna i världen som inte har sitt eget land, eftersom deras hemland är uppdelat mellan fyra stater: Turkiet, Syrien, Irak och Iran. Som ett resultat blir deras modersmål inte bara ett kommunikationsmedel, utan också ett uttryck för deras nationella strävanden, deras historiska erfarenheter och ofta deras krav på rätten till självbestämmande och självständighet.
När en stat förlorar tron på denna mångfald börjar den tolka dessa legitima krav som hot. Då upphör språket att bara vara ord och blir en politisk symbol. Att tala kurdiska kan ses som ett krav på självidentifiering, eller till och med som ett steg mot autonomi.
I en stat som baserar sin existens och legitimitet på en enda identitet kan detta innebära instabilitet och osäkerhet.
Men samtidigt väcker detta en grundläggande fråga: utgör det kurdiska språket verkligen ett hot mot staten? Om en stat känner att dess stabilitet hotas av människor som talar sitt modersmål är detta ett tecken på en djupare svaghet. En stabil stat måste kunna tillgodose mångfald och erkänna olika identiteter utan att känna sig hotad. Att förbjuda språk, begränsa utbildning på det språket och kriminalisera kulturella strävanden är alla tecken på svaghet och osäkerhet, inte styrka.
Den inflytelserika kurdiska poeten Cegerxwîn vid en demonstration i Stockholm 1981. Hans poesi på kurdiska hade förbjudits i Turkiet. Han kom till Sverige 1979, där han fortsatte sitt författarskap och arbetet för kurdernas rättigheter
Historiskt sett har språkförbud sällan lett till stabilitet; tvärtom har det förvärrat konflikten. När människor nekas rätten att tala sitt språk i offentliga utrymmen, skolor eller medier skapar det en känsla av förlust och utanförskap. Språket, som en gång var en naturlig del av vardagen, förvandlas från ett enkelt kommunikationsmedel till ett verktyg för motstånd.
Denna dynamik är just det som gör språk till ett hot i vissa staters ögon, inte för att de i sig hotar den nationella säkerheten, utan för att de avslöjar en konflikt mellan statens självbild och verklighetens mångfald. En stat med en stabil och stark identitet är inte rädd för språklig mångfald. Den möjliggör i stället många röster, många uttryck och många former av medborgarskap. Den förstår att enighet inte nödvändigtvis betyder enhetlighet.
Att förbjuda ett språk är i grunden ett försök att kontrollera verkligheten, att tysta det som påminner oss om att nationen inte är så enad som myndigheterna får den att verka. Men verkligheten låter sig sällan tystas. Språk lever i hemmet, i sånger och i minnen, och ofta blir det ännu mer älskat och talat just på grund av förbudet.
Därför, när ett språk presenteras som ett hot, bör vi inte fråga oss vad som är fel med själva språket, utan snarare: vilken rädsla är det som hindrar staten från att höra sina medborgares röster?
Ytterst är det inte ord som hotar staten, utan den tystnad den försöker införa.
Axîn Welat • 2026-11-03 Axîn Welat är verksam som poet och översättare. Hon skriver på kurdiska,
arabiska och svenska dessutom översätter hon till och från dessa språk.
Loretto Villalobos • 2026-10-29
I studentprotesterna världen över har demonstranter anammat cosplayvärldens språk. Men är det egentligen något mycket äldre de återupplivar: den medeltida karnevalens lek med identiteter och omkastade hierarkier?
Läs mer →
Emöke Andersson Lipcsey • 2026-10-22
AI lovar obegränsad hjälp till mänskligheten, men nu har till och med de som leder utvecklingen börjat tala om ett existentiellt hot. Emöke Andersson Lipcsey avslutar sin essäserie om AI med att undersöka riskerna och om humanistisk vetenskap skulle kunna minska dem.
Läs mer →
Hêlan Çiya • 2026-10-08
När fristaden tar slut börjar en ny kamp. För Hêlan Çiya blev två år i Sverige inte tillräckligt för att bygga ett liv som frilansare. Nu väntar hon på besked om hon får stanna.
Läs mer →