Zimanê dayikê ne tenê stargehek an malek e, lê di heman demê de dikare bibe barekî giran di sirgûnê de. Nivîskar Hêlan Çiya li ser wê yekê dinivîse ku ziman çawa jiyana wê û nivîsîna wê li Swêdê tesîr dike.
Gava ez li Swêdê li ber maseya xebata xwe rûdinêm û li rûpeleke spî dinêrim, her tim hîs dikim ku di navbera pênûsa min û ramanên min de sîberên du cîhanên cuda hene. Wekî hunermend û nivîskarekê ku tenê berî du sal û nîvan wekî “hunermenda stargeha azad” (Fristadskonstnär) hatiye vî welatî, têgeha ziman ji bo min veguheriye qadeke şer a hebûnî; stargeheke herdemî ye, lê di heman demê de barek e ku bi her hevokê re giran dibe. Ji bo afirînerê ku jiyana xwe di bin sîbera sînoran û bêdengiya ferzkirî de derbas kiriye, zimanê dayikê welatê yekem û dawîn e ku tu hêz nikare dagir bike. Lê di xerîbiya penaberiyê de, ev axa hundirîn dibe berpirsiyariyeke mezin ku carna bêhna mirov diçikîne.
Ziman ji bo min ne tenê amûreke ragihandinê ye, belkî bingeheke hebûnnasî (ontolojîk) ye. Min pir zû fêm kir ku zimanê dayikê li xerîbiyê ne tenê stargehek e ku tê de xeyal bi azadî difirrin, belkî barekî giran ê civakî ye ku divê mirov di nava bêdengiya jîngeheke nû de hilgire. Bîranîna min a herî zindî ya van du salên dawî, di nava kolan û kûçeyên Swêdê û di nava sarbûna mîmarî ya jîngeheke nû de hatiye neqşandin. Gava ez di nav bajêr de digerim, ez rastî deng û nîşanên zimanekî têm ku hîn bi temamî li ser zimanê min rûneniştiye. Di wan kêliyan de, zimanê dayikê dibe barekî felsefî; ez neçar im ku her dîmenekî nû, her helbestekê û her hestiyariyekê ku li vir dibînim, pêşî di parzûna zimanê xwe yê resen re derbas bikim da ku wateyekê bidimê. Ev pêvajoyeke dualî ye ku mirov her tim di rewşeke hişyariya kûr a rewşenbîrî de dihêle.
Bild: Sam Hochi Cheung via Pexels.com
Ev wergêrana berdewam a jiyanê, barê min ê herî giran e. Ez ne tenê peyvan werdigêrim, belkî ez hewl didim ruhê cîhaneke nû, rîtma jiyanê û kodên civakî yên welatekî din veguhêzim nava mala xwe ya hundirîn. Ev dabeşbûn (dîkotomî) carna hunermend diwestîne; mirov hîs dike ku divê bibe pira du gerdûnan ku her du jî li bendê ne werin fêmkirin. Carna ev pir di bin giraniya xwe de diheje, lê di heman demê de tenê riya xelasiyê û afirandina wateyê ye. Lê li vir “yaqîbûnek” çêdibe; redkirina wê yekê ku mirov tenê wekî “penaberekî nûhatî” an wekî “objeyekî” ji bo entegrasyonê were pênasekirin. Ez mafê xwe yê “sujebûnê” dixwazim; dengekî ku ne tenê werdigire, belkî dide û gumanan diafirîne.
Di asta profesyonel de, ez dibînim ku ev zexta dualî nêrîna min kûrtir dike. Zimanê dayikê ji bo min qada azadiyê ye ku ez dikarim tê de bêyî tirs biafirinim, bêyî ku ez xwe li gorî normên sînorkirî yên ku li ser hunermendên penaber tên ferzkirin, biguherînim. Li ser kaxiz, ez bi awayekî bêşert bixwe me; bi hemû raborî, xeyal û birînên xwe ve. Lê gava ez ji wê qada taybet û pîroz derdikevim, barê çandî xwe nîşan dide. Mirov her roj li dijî asîmilasyoneke nerm şer dike; pêvajoyek ku tê de ji te tê xwestin ku tu tûjiyên nasnameya xwe bişoyî da ku di nav sîstemê de cih bigirî. Li vir zimanê min dibe çalakiya min a berxwedanê; bi girtina koka xwe, ez red dikim ku bibim kopiya kesekî din.
Bild: Pasi Mämmelä från Pexels
Ev berpirsiyarî dibe sedema dabeşbûna nasnameyê; mirov di navbera hunera xwe ya azad û wezîfeya parastina mîrate û bîranînan de asê dimîne. Wekî hunermenda stargehê, Swêdê ewlehiya fîzîkî da min, lê zimanê dayikê azadiya min a ruhî û rûmeta min diparêze. Ev dualîzm di nîqaşên giştî de jî heye, ku carna ziman wekî astengek tê dîtin. Lê ji bo hunermendeke ku di navbera du deryayan de melevaniyê dike, ev ziman ne asteng e, belkî sermayeyeke analîtîk e. Ew şiyana dîtina cîhanê ji du perspektîfan e bi rengekî hevdem. Ev dewlemendî ye, ne bargiranî ye.
Her wiha ez hesta berpirsiyariyê li hember nifşên pêşerojê hîs dikim. Em ê çawa dewlemendiya zimanê xwe biparêzin û di heman demê de derfetên zimanê nû hembêz bikin? Barê giran di wê tirsê de ye ku rîtma taybet a zimanê dayikê di nava ronahiya xerîbiyê de winda bibe. Lê di cîhana hunerê de ev tirs dibe sotemenî. Bi afirandina bi zimanê dayikê, ez barê xwe dikim diyariyek ji bo vê civaka ku ez niha tê de dijîm. Ez lenseke din û dengekî din pêşkêş dikim ku hunera vî welatî dewlemend dike. Ev edaleta poetîk e: ku ew zimanê carekê hatibû bêdengkirin, niha li jîngeheke nû ji her demê bêtir bi deng e.
Hêlan Çiya • 2026-04-26 Hêlan Çiya är författare och frilansjournalist från Kurdistan. Hon var verksam som fristadsförfattare i Malmö 2023–2025.
Rebecca González Léon • 2026-09-02
Minnena bärs av orden, och i förmågan att kunna formulera dem. Rebecca Gonzále León skriver om hur det är det bräckliga språket som upprätthåller bandet till Kuba, och om rädslan att förlora det.
Läs mer →
Emöke Andersson Lipcsey • 2026-06-17
Språket formar hur vi förstår världen och i och med ai-boomen är en handfull teknikföretag på väg att helt dominera vår språkliga och kulturella infrastruktur. Läs Emöke Andersson Lipcseys tredje essä i hennes serie om artificiell intelligens.
Läs mer →
Zanyar Adami • 2026-06-04
Inför nyårsfirandet försöker han återta ett kulturarv som glidit honom ur händerna. Mellan folkdräkt, kärleksord och skuldkänslor berättar Zanyar Adami om exilens tystaste förlust: modersmålet.