Zimanê dayikê: hem stargehek hem jî barek

Bild: furkanfdemir från Pexels

Zimanê dayikê ne tenê stargehek an malek e, lê di heman demê de dikare bibe barekî giran di sirgûnê de. Nivîskar Hêlan Çiya li ser wê yekê dinivîse ku ziman çawa jiyana wê û nivîsîna wê li Swêdê tesîr dike.

Gava ez li Swêdê li ber maseya xebata xwe rûdinêm û li rûpeleke spî dinêrim, her tim hîs dikim ku di navbera pênûsa min û ramanên min de sîberên du cîhanên cuda hene. Wekî hunermend û nivîskarekê ku tenê berî du sal û nîvan wekî ”hunermenda stargeha azad” (Fristadskonstnär) hatiye vî welatî, têgeha ziman ji bo min veguheriye qadeke şer a hebûnî; stargeheke herdemî ye, lê di heman demê de barek e ku bi her hevokê re giran dibe. Ji bo afirînerê ku jiyana xwe di bin sîbera sînoran û bêdengiya ferzkirî de derbas kiriye, zimanê dayikê welatê yekem û dawîn e ku tu hêz nikare dagir bike. Lê di xerîbiya penaberiyê de, ev axa hundirîn dibe berpirsiyariyeke mezin ku carna bêhna mirov diçikîne.

Ziman ji bo min ne tenê amûreke ragihandinê ye, belkî bingeheke hebûnnasî (ontolojîk) ye. Min pir zû fêm kir ku zimanê dayikê li xerîbiyê ne tenê stargehek e ku tê de xeyal bi azadî difirrin, belkî barekî giran ê civakî ye ku divê mirov di nava bêdengiya jîngeheke nû de hilgire. Bîranîna min a herî zindî ya van du salên dawî, di nava kolan û kûçeyên Swêdê û di nava sarbûna mîmarî ya jîngeheke nû de hatiye neqşandin. Gava ez di nav bajêr de digerim, ez rastî deng û nîşanên zimanekî têm ku hîn bi temamî li ser zimanê min rûneniştiye. Di wan kêliyan de, zimanê dayikê dibe barekî felsefî; ez neçar im ku her dîmenekî nû, her helbestekê û her hestiyariyekê ku li vir dibînim, pêşî di parzûna zimanê xwe yê resen re derbas bikim da ku wateyekê bidimê. Ev pêvajoyeke dualî ye ku mirov her tim di rewşeke hişyariya kûr a rewşenbîrî de dihêle.


Bild: Sam Hochi Cheung via Pexels.com

Ev wergêrana berdewam a jiyanê, barê min ê herî giran e. Ez ne tenê peyvan werdigêrim, belkî ez hewl didim ruhê cîhaneke nû, rîtma jiyanê û kodên civakî yên welatekî din veguhêzim nava mala xwe ya hundirîn. Ev dabeşbûn (dîkotomî) carna hunermend diwestîne; mirov hîs dike ku divê bibe pira du gerdûnan ku her du jî li bendê ne werin fêmkirin. Carna ev pir di bin giraniya xwe de diheje, lê di heman demê de tenê riya xelasiyê û afirandina wateyê ye. Lê li vir ”yaqîbûnek” çêdibe; redkirina wê yekê ku mirov tenê wekî ”penaberekî nûhatî” an wekî ”objeyekî” ji bo entegrasyonê were pênasekirin. Ez mafê xwe yê ”sujebûnê” dixwazim; dengekî ku ne tenê werdigire, belkî dide û gumanan diafirîne.

Di asta profesyonel de, ez dibînim ku ev zexta dualî nêrîna min kûrtir dike. Zimanê dayikê ji bo min qada azadiyê ye ku ez dikarim tê de bêyî tirs biafirinim, bêyî ku ez xwe li gorî normên sînorkirî yên ku li ser hunermendên penaber tên ferzkirin, biguherînim. Li ser kaxiz, ez bi awayekî bêşert bixwe me; bi hemû raborî, xeyal û birînên xwe ve. Lê gava ez ji wê qada taybet û pîroz derdikevim, barê çandî xwe nîşan dide. Mirov her roj li dijî asîmilasyoneke nerm şer dike; pêvajoyek ku tê de ji te tê xwestin ku tu tûjiyên nasnameya xwe bişoyî da ku di nav sîstemê de cih bigirî. Li vir zimanê min dibe çalakiya min a berxwedanê; bi girtina koka xwe, ez red dikim ku bibim kopiya kesekî din.


Bild: Pasi Mämmelä från Pexels

Ev berpirsiyarî dibe sedema dabeşbûna nasnameyê; mirov di navbera hunera xwe ya azad û wezîfeya parastina mîrate û bîranînan de asê dimîne. Wekî hunermenda stargehê, Swêdê ewlehiya fîzîkî da min, lê zimanê dayikê azadiya min a ruhî û rûmeta min diparêze. Ev dualîzm di nîqaşên giştî de jî heye, ku carna ziman wekî astengek tê dîtin. Lê ji bo hunermendeke ku di navbera du deryayan de melevaniyê dike, ev ziman ne asteng e, belkî sermayeyeke analîtîk e. Ew şiyana dîtina cîhanê ji du perspektîfan e bi rengekî hevdem. Ev dewlemendî ye, ne bargiranî ye.

Her wiha ez hesta berpirsiyariyê li hember nifşên pêşerojê hîs dikim. Em ê çawa dewlemendiya zimanê xwe biparêzin û di heman demê de derfetên zimanê nû hembêz bikin? Barê giran di wê tirsê de ye ku rîtma taybet a zimanê dayikê di nava ronahiya xerîbiyê de winda bibe. Lê di cîhana hunerê de ev tirs dibe sotemenî. Bi afirandina bi zimanê dayikê, ez barê xwe dikim diyariyek ji bo vê civaka ku ez niha tê de dijîm. Ez lenseke din û dengekî din pêşkêş dikim ku hunera vî welatî dewlemend dike. Ev edaleta poetîk e: ku ew zimanê carekê hatibû bêdengkirin, niha li jîngeheke nû ji her demê bêtir bi deng e.

Hêlan Çiya • 2026-04-26
Hêlan Çiya nivîskar û rojnamevana serbixwe ye ji Kurdistanê. Di navbera salên 2023-2025an de li Malmőyê nivîskara penageha azad (fristadsförfattare) bû.


Modersmålet: både tillflykt och börda

Bild: furkanfdemir från Pexels

Modersmålet är inte bara en fristad eller ett hem, utan kan också bli en börda i exil. Fristadsförfattaren Hêlan Çiya skriver om hur språket påverkar hennes liv och skrivande i Sverige.

När jag sitter vid mitt skrivbord i Sverige och stirrar på ett tomt papper, känner jag alltid skuggorna av två olika världar mellan min penna och mina tankar. Som konstnär och författare som anlände till detta land för bara två och ett halvt år sedan, som fri flyktingkonstnär, har språkbegreppet blivit en existentiell stridsplats för mig. En permanent tillflyktsort, men samtidigt en börda som blir tyngre för varje mening. För en författare som har tillbringat sitt liv under tyngden av gränser och påtvingad tystnad är modersmålet det första och sista hemland som ingen makt kan erövra. Men i tillflyktsortens exil blir denna inre värld ett oerhört, ibland hisnande, ansvar.

Språk är inte bara ett kommunikationsmedel; det är själva grunden för min existens. Jag insåg snabbt att mitt modersmål i ett främmande land inte bara är en fristad där fantasin kan släppas lös, utan en tung social börda som bärs i tystnaden i en ny miljö. Mina mest livfulla minnen från de senaste två åren är etsade i Sveriges gator och gränder, och i kylan i byggnaderna i denna nya miljö. När jag vandrar genom staden möter jag ljud och gester från ett språk som ännu inte har funnit sitt fotfäste. I dessa ögonblick blir mitt modersmål en filosofisk börda; jag tvingas filtrera varje ny syn, varje dikt, varje känsla jag möter här genom mitt modersmåls lins för att ge det mening. Det är en interaktiv process som ständigt håller mig i ett tillstånd av djup intellektuell medvetenhet.


Bild: Sam Hochi Cheung via Pexels.com

Denna ständiga tolkning av livet är min tyngsta börda. Jag tolkar inte bara ord; jag strävar efter att ingjuta andan i en ny värld, livets rytm och ett annat lands sociala värderingar i djupet av mitt eget väsen. Dualiteten gör ibland konstnären utmattad; man känner sig tvungen att bygga en bro mellan två världar som längtar efter förståelse. Ibland kollapsar denna bro under sin egen tyngd, men samtidigt är den det enda sättet att fly och skapa mening. Häri ligger essensen av ”medvetenhet”, ett förkastande av att bli kategoriserad som flykting eller ett objekt för assimilering. Jag vill ha min rätt att vara en aktiv deltagare, en röst som inte bara tar emot, utan ger och utmanar.

Professionellt sett tycker jag att den dubbla pressen fördjupar mitt perspektiv. Mitt modersmål är ett utrymme av frihet där jag kan skapa utan rädsla, utan att behöva anpassa mig till de restriktiva normer som ställs på flyktingkonstnärer. På pappret är jag helt och hållet mig själv; med allt mitt förflutna, alla mina drömmar och alla mina sår. Men när jag kliver utanför det privata, heliga rummet blir den kulturella bördan uppenbar. Varje dag kämpar man mot gradvis assimilering; en process där man ombeds att minska skärpan av sin identitet för att passa in i systemet. Här blir mitt språk en motståndsaktivitet; genom att omfamna mina rötter vägrar jag att vara en kopia av någon annan.


Bild: Pasi Mämmelä från Pexels

Ansvaret leder till en identitetssplittring; man befinner sig i kläm mellan friheten i sin konst och plikten att bevara arv och minnen. Som fristadskonstnär har Sverige gett mig fysisk trygghet, men mitt modersmål skyddar min andliga frihet och värdighet. Denna dualitet existerar också i den offentliga diskursen, där språk ibland uppfattas som ett hinder. Men för en konstnär som navigerar mellan två hav är språket inte ett hinder, utan en analytisk tillgång. Det är förmågan att se världen från två perspektiv samtidigt. Detta är något berikande inte en börda.

Jag känner också ett ansvar gentemot kommande generationer. Hur bevarar vi vårt språks rikedom samtidigt som vi omfamnar möjligheterna med ett nytt? Bördan ligger i rädslan för att förlora vårt modersmåls unika rytm i exil. Men i konstens värld blir denna rädsla en drivkraft. Genom att skapa på mitt modersmål erbjuder jag en gåva till det samhälle jag nu lever i. Jag bidrar med ett nytt perspektiv och en ny röst som berikar konsten i detta land. Detta är poetisk rättvisa: att språket som en gång var tvångtyst, nu är högre än någonsin i en ny miljö.

Hêlan Çiya • 2026-04-26
Hêlan Çiya är författare och frilansjournalist från Kurdistan. Hon var verksam som fristadsförfattare i Malmö 2023–2025.